Farhan Haq: Şêwirên li ser destûra Sûriyeyê didomin
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq da zanîn ku Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen bi aliyên Sûriyeyê re şêwirên li ser destûrê didomîne.

Farhan Haq ji Nûçegihanê Ajansa Rûdawê Sînan Tunçdemîr got, Neteweyên Yekbûyî hêvî dike ku hikûmeta veguhastinê ya Sûriyeyê "biryarên Konseya Ewlehiyê li ber çavan bigire.”
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq bersiv da pirsên Sînan Tunçdemîr:
Helwesta Sekreterê Giştî li ser pêvajoya amadekirina destûra Sûriyeyê çi ye?
Wekî ku Geir Pedersen jî gotiye, ew bi hemû aliyan re dixebite da ku bigihin hevdîtin û dan û standinan li ser destûrê û Nûnerê Taybet dê van hewlan bidomîne.
Nerîna Sekreterê Giştî li ser dema 4 salî ya ku ji bo hilbijartinan hatiye diyarkirin çi ye? Gelo Neteweyên Yekbûyî vê demê dirêj dibîne?
Belê, ev mijareke ku bi xwe Pedersen bi aliyan re li ser dixebite. Ez bawer im ew amade ye şîret û piştgiriyê bide rayedarên demkî da ku pêvajoyeke veguhastin a bi serkêşiya Sûriyeyê were garantîkirin.
Birêz Pedersen got ku ew li benda gavên berbiçav ên ji rayedarên demkî ye. Hûn dikarin raveyeke van gavan bikin?
Hem Nûnerê Taybet û hem jî endamên Konseya Ewlehiyê di civînê de behsa gavên ku pêwîst e hikûmeta veguhestinê biavêje kir. Em bê guman hêvî dikin ku hikûmeta veguhestinê biryarên ku li Konseya Ewlehiyê hatine wergirtin li ber çavan bigire.