Li Şama paytexta Sûriyeyê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê li xalên kontrolê yên Taxa Ceramaneyê bicih bûn.
Piştî tomareke dengî ya ku tê de tê îdiakirin yek ji oldarên Durziyan heqaret li pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed kiriye belav bû, pevçûnan dest pê kir.
Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ji bo kontrolê pêk bînin, gelek leşker, çekên giran û tank şandin herêmê.
Îsraîlê jî ji bo parastina Durziyan li Sahnayayê bi 5 balafirên şer herî kêm 9 êrişên hewayî pêk anîn. Di êrişên Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di pevçûnan de bi kêmî 73 kes hatin kuştin.
Li Ceremanayê roja sêşemê û çarşemê 30 endamên hêzên ewlehiyê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, 15 kesên çekdar ên Durzî û sivîlek hatin kuştin.
Li parêzgeha Siweydayê jî roja çarşemê 27 kesên çekdar ên Durzî hatin kuştin, ji wan 23 kes li ser rêya Siweydayê ketin kemînê.
Durzî û hikûmeta Şamê civiyan
Roja çarşemê, nûnerên Durziyan û rayedarên hikûmeta Şamê hatin ba hev û wan li Ceremana û Sahnayeyê agirbest îlan kir.
Hikûmeta Şamê da zanîn ku bi bicihkirina hêzên ewlehiyê li Sahneyayê "armanca wan bicihkirina îstiqrarê ye" û wan girûpên ku pevçûn destpêkirine bi navê "grûpên derqanûnî" bi nav kir.
Li gorî lihevkirina bi pêşengên Taxa Ceramaneyê ya Şamê re, hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmetê di saetên şevê de ber bi taxê ve çûn.
Piştî ku nêzîkî 2 saetan li bendê man, hêzên ewlehiyê bi rêya konvoyekê tevgeriyan û endamên xwe li deriyên serekî yên taxê bi cih kirin.
Pevçûnên ku bûne sedema bûyerên li Sûriyeyê
Civaka Durziyan a li parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyeyê dixwaze di pêvajoya destûra nû de mafên xwe yên dînî û çandî bên garantîkirin lê aloziya di navbera wan û hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê de careke din veguherî pevçûnan.
Li taxa Eşrefiyet Sehnayeyê ya Şamê di navbera Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûn derketibûn û gelek kes hatin kuştin û hinek kes jî birîndar bûn.
Rêberê Ruhanî yê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî hikûmeta Şamê şiband DAIŞê û ji bo parastina civaka Durziyan ji civaka navneteweyî hêzên aştiyê û midaxeleya navneteweyî xwest.
Hikûmeta Şamê jî îdia kir ku midaxeleya derve dê bibe sedema zêdetir tevlihevî û bêîstiqrariyê.
"Êdî baweriya me bi hikûmetê nayê"
Rêberê Ruhanî yê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî, piştî pevçûnên xwînrêj ên di navbera hêzên hikûmetê û herêmên Durziyan de, daxuyaniyek da.
Şêx Hikmet Hicrî, kiryarên hikûmeta Şamê şiband bi yên DAIŞê û ji bo parastina civaka Durziyan daxwaza bicihkirina hêzên aştiyê yên navneteweyî û midaxeleya derve kir