Scholz: Almanya dê piştgiriyê bide avakirina Sûriyeyê

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz di axaftina telefonî ya bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re soz da ku Almanya amade ye piştgiriya avakirina Sûriyeyê bike.

8 Sibat 2025 - 07:10
8 Sibat 2025 - 07:10
 0  645
Scholz: Almanya dê piştgiriyê bide avakirina Sûriyeyê

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Hebestreit, diyar kir ku Scholz nêzîkî saetekê bi Ehmed Şer re axivî.

Scholz ji ber serkeftîbûn û bi dawîbûna desthilata Esed gelê Sûriyeyê pîroz kir.

Di hevdîtinê de Scholz û Şer li ser wê yekê li hev kirin ku pêwîstî bi pêvajoyeke berfireh heye ku maf bê cudahiya etnîkî û dînî parastinê bide hemû Sûriyeyiyan

Olaf Scholz tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Almanyayê amade ye piştgiriya avakirina Sûriyeyê bike da ku Sûriye bibe welatekî azad û ewle ji bo hemû pêkhateyên xwe.

Şêwirmendê Almanyayê da zanîn ku Hikûmeta Almanyayê dê di vê mijarê de bi hevalbendên xwe yên Ewropî û navneteweyî re bi hevahengî bixebite.

Her wiha Scholz behsa girîngiya şerê li dijî terorê ji bo ewlehiya Sûriyeyê, herêmê û cîhanê anî zimên.

8ê Kanûna Pêşîn a 2024an komên çekdar hikûmeta Beşar Esed rûxand û Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir.

Heman rojê Beşar Esedê Serokê Sûriyeyê û malbata wî çûn Rûsyayê, pişt re wan koman hikûmeteke demkî pêk anî.

 29ê Çiriya Paşîn a 2025an  li Şama paytexta Sûriyeyê "Kongreya Serkeftinê" hat lidarxistin û Ehmed Şer (Colanî) wekî Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhestinê hatibû destnîşankirin.

Piştî wê biryarê Ehmed Şer dest ni dan û standinên dîplomatîk kir.

Ehmed Şer 3yê vê mehe çûb Erebistana Siûdî û 4ê mehê jî çûbû Tirkiyeyê.