Serkirdeyekî Hizbullahê li Şamê di êrîşeke Israîlê de hat kuştin

Serkirdeyekî Hizbullah û parêzvanê wî roja duhî Duşemê di encama êrîşeke Israîlê li ser otomobîlekê li taxa Mezzehê ya Şamê de, hatin kuştin.

22.10.2024, Sal - 10:13

Serkirdeyekî Hizbullahê li Şamê di êrîşeke Israîlê de hat kuştin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê otomobîlek li nêzîkî şîna Serokê Polîtburoya Hemasê Yihya Sinwar li taxa Mezzehê bi mûşekekê kire armanc.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, Berpirsê Biçekkirinê yê Hizbullahê Ebû Hesen û parêzvanê wî Ebû Ebdullah di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve ajansa “SANA” a Sûrî li ser zarê jêderekî leşkerî belav kiribû, di encama êrîşa Israîlê de 2 sivîl hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Îsraîl bi salan e li Sûriyeyê li armancên girêdayî Îranê ne dide, lê ji 7ê Cotmeha sala bor ve êrîşên xwe yên bi vî rengî zêdetir kirine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:32:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x