Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li kes û komên çekdar ên Sûrî sepand

Yekîtiya Ewropayê, ji ber bûyerên ku di Adara borî de li peravên Sûriyeyê hatibûn kirin, ceza li dijî du serkirdeyên Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê û sê pêkhateyan (komên çekdar) sepandin.

29.05.2025, Per - 10:39

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li kes û komên çekdar ên Sûrî sepand
Nuçe Belav bike

Yekîtiya Ewropayê (YE) doh 28ê Gulanê ragihand, guhertineke nû di lîsteya xwe ya cezayan de kiriye, ku têkildarî binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyeyê ye. Di vê çarçoveyê de, navên kesayet û komên nû yên ku bi tundûtûjî û tawanên giran ên di pêla dawî ya tundûtûjiyê de li peravên Sûriyeyê di Adara 2025an de beşdar bûne, li lîsteyê hatin zêdekirin.

YE di daxuyaniya xwe de da zanîn, li gorî van yasayên nû, hemû tedbîrên aborî yên sînordarker ên ku li ser Sûriyeyê hatibûn sepandin tên rakirin, ji bilî wan tedbîrên ku li ser bingeha ewlehiyê ne.

Ev biryar, biryara siyasî ya ku di 20ê Gulanê de hatibû ragihandin, fermî dike û armanc jê piştgirîkirina gelê Sûriyeyê ye di ji nû ve yekbûn û avakirina Sûriyeyeke nû, berfireh, piralî û aştiyane de.

Kesên ku navên wan li Lîsteya Cezayan hatine zêdekirin:

1. Mihemed Hisên El Casim (Ebû Emşe). Post: Fermandar û damezrînerê "Firqeya Sultan Silêman Şah".

2. Seyf Bûlad Ebû Bekir (Nasnav: Seyf Bilûd). Post: Fermandarê "Firqeya Hemze".

Komên ku navên wan li Lîsteya Cezayan hatine zêdekirin:

1. Firqeya Sultan Silêman Şah: Sala 2016 li Cerablusê ji aliyê Mihemed Hisên El Casim (Ebû Emşe) ve hatibû damezirandin.

2. Firqeya Hemze: Sala 2016an hatiye damezirandin û li herêmên bakurê Sûriyeyê çalak e.

3. Firqeya Sultan Mirad:Sala 2013an hatiye damezirandin û weke beşek ji Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ye.

Ev biryar dê yekser piştî weşandina wê di Rojnameya Fermî ya Yekîtiya Ewropayê de bikeve warê cibicîkirinê. Ev pêngav biryareke siyasî ya ku wezîrên derve yên Yekîtiyê hefteya borî ji bo bidawîkirina beşek ji tedbîrên sînordarker ên berê yên ku ji aliyê blokê ve hatibûn ferzkirin, pêk tîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:03:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x