Artêşa Tirkiyê : Me li PYDê da

Fermandariya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ragihand , ku di navbera 9 û 15ê Sibatê de 166 çekdarên DAIŞê û 19 şervanên PKK/PYDê hatine kuştin û hatiye diyarkirin, ku ji bo endamên PYDê ji Efrînê derbasî aliyê Minbicê nebin hemû tedbîr hatine girtin.

17.02.2017, Cum - 09:37

 Artêşa Tirkiyê : Me li PYDê  da
Nuçe Belav bike

Lİ gor çavkanîya Rudawê : Fermandariya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ragihand ku di çarçoveya Operasyona Mertala Feratê de operasyona kontrolkirina El Babê ber bi dawiyê ve diçe û di demek nêzîk de dê ev navçe ji destê DAIŞê were derxistin.

Fermandariya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya dawiyê de ragihand, hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin, li herêma Ezaz û Cerablûsê 229 cihên nîştecîbûnê û herwiha erdekî rûbera 1910 kîlometre ducar kontrol kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di navbera 9 û 15ê Sibatê de 166 çekdarên DAIŞê û 19 şervanên PKK/PYDê hatine kuştin û hatiye diyarkirin, ku ji bo endamên PYDê ji Efrînê derbasî aliyê Minbicê nebin hemû tedbîr hatine girtin.

Lê derbarê vê yekê de heta niha ji aliyê PYD an jî YPGê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:31:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x