Balyozê Tirkiyeyê: Me aciziya xwe ya li hemberî bilind kirina ala Kurdistanê ragihand

Balyozê Bexda yê Tirkiyeyê Fatih Yildiz ragihand ku li hemberî bilind kirina Ala Kurdistanê ya li saziyên fermî yên li bajarê Kerkûkê ne.

01.04.2017, Cts - 08:13

Balyozê Tirkiyeyê: Me aciziya xwe ya li hemberî bilind kirina ala Kurdistanê ragihand
Nuçe Belav bike

Şandeyekê ji parlamanterên Yekîneya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên li Parlamentoya Iraqê, doh serdana Balyozê Bexda yê Tirkiyeyê kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê parlamenterê YNKê Newzad Resul eşkere kiriye ku li ser daxwaza Balyozê Tirkiyeyê Fatih Yildiz civîbek li dar xistine û geşedanên dawî yên li Kerkûkê û Îraqê nirxandine.

Newzad destnîşan kir ku fikrên xwe yên derbarê bilind kirina alaya Kurdistanê de parve kirine û wiha pê de çû:

"Balyoz diyar kiriye ku ne li hemberî alaya Kurdistanê ne û rêzê digirin û bo çareser kirina pirsgireka li Kerkûkê ya Tirkiyeyê di çerçoveya makeqanûna Iraqê de dixwazin çareser bikin."

Balyozê tirk li ser hesaba xwe ya twitterê peyamek weşand û got: "Em îro li Meclîsa Nûneran a Iraqê bûn. Me aciziya xwe ya bilind kirina alaya Kurdistanê ku bi awayekê zorî li avahiyên fermî yên Kerkûkê ji muxatabên xwe yên li Meclîsa Nûneran a Iraqê re ragihand."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:00:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x