Doza Kobaniyê: Biryara berdewamiya girtîbûna siyasetmedarên HDPyê hat dayîn

22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di Doza Kobaniyê de biryara berdewamiya girtîbûnê ya siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da.

06.01.2024, Cts - 14:09

Doza Kobaniyê: Biryara berdewamiya girtîbûna siyasetmedarên HDPyê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Lêkolîna mehane ya rewşa girtîbûnê li ser Doza Kobaniyê hat kirin.

Di dozê de hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes tên darizandin.

Di Doza Kobaniyê de darizandina 18 kesan bi awayekî girtî berdewam dike.

22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ku dozê bi rê ve dibe, biryarên xwe yên derbarê dozê de li sîstema online a daraza Tirkiyeyê bar kirin.

Dadgehê hemû daxwazên derbarê berdana kesên girtî yên dozê û rakirina tedbîrên edlî yên kesên ji derve tên darizandin bi piraniya dengan red kirin.

Dadgehê biryar da ku rewşa girtîbûnê ya siyasetmedarên HDPyê berdewam be.

Dadgeha navborî “gumana revîna kesên di dosyeyê de tên darizandin” jî wek hincet ji bo biryara xwe diyar kir û got ku dê tedbîrên kontrola edlî ji bo wan kêm bimîne.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş daxwaz kiribû ku hemû axaftinên wî û parlamenterên din ên girtî yên HDPyê li parlamentoyê wek parlamenterî kirine li dosyeya dozê bên zêdekirin.

Demîrtaş herwiha xwest ku kesekî pispor di çarçoveya madeya 83yemîn a parêzbendiya parlamenteriyê de derbarê wan axaftinan de raporekê amade bike.

Dadgehê her du daxwaz jî bi hinceta ku “axaftinên heyî yên tomarkirî têrê dikin” red kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:00:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x