Erdogan gefa destpêkirina operasyona bejayî li Rojava û Başûrê Kurdistanê xwar

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radgihîne, operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê “Pence-Şûr” dê tenê ne asmanî be, Wezareta Berevaniyê û Serfermandariya Giştî jî dê derbarê operasyona bejayî de biryarê bidin.

21.11.2022, Pts - 13:36

Erdogan gefa destpêkirina operasyona bejayî li Rojava û Başûrê Kurdistanê xwar
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dema ji serdana xwe ya Qeterê vedigeriya di firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û gotm operasyonên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê û Iraqê dê berdewam bin.

Derbarê operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de Erdogan got, derbarê operasyona li bakurê Sûriyê de ew bi Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin re neaxiviye.

Her wiha got jî: “Operasyona asmanî ne bes e û Wezareta Berevaniyê û Serokatiya Sererkaniyê dê biryara operasyona bejayî bidin.”

Derbarê Kobanê de Erdogan got: “Kobanî her tim di nava armancên me de cih girtiye û me li dijî Kobanî xebatên pêwîst kirine û emê berdewam bin.”

Ev daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê di demekê de ye, Tirkiyê, berbanga yekşemê, 20ê Mijadara 2022ê, operasyona “Pence – Şûr” ragihand û bi firokeyên şer herêmên Kobanî, Eyn Îsa, Til Rifet, Girê Sipî û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê û hin navçeyên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 14 sivîl û şervanên HSDê û 15 leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:38:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x