HEDEPê xwest Tirkiye wekî bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên xwe bi Rojava re jî baş bike

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) dixwaze Tirkiye wekî Herêma Kurdistanê pêwendiyên xwe bi Rojavayê Kurdistanê jî baş bike.

21.11.2023, Sal - 17:48

HEDEPê xwest Tirkiye wekî bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên xwe bi Rojava re jî baş bike
Nuçe Belav bike

Civîna Komisyona Plandanîn û Budceyê li Parlamentoya Tirkiyeyê berdewam e.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî doh di rûniştinê de amade bû û bersiva pirsên parlamenteran da.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan got:

“Di rûbirûbûna rêxistina terorê PKK/YPGê de ku ji bo welatê me û ji bo hherêma me girîng e berdewam in.

Em aliyê sêyem ji metirsiyên ciddî agahdar dikin û gavên pêwîst diavêjin û berdewam jî dibin.”

Di wan gotûbêjan de Parlamenterê HEDEPê Cengîz Çandar behsa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir û red kir YPG “rêxistineke terorê” be.

Çandar herwiha ji bo Fidan pêşniyar kir, dirûşma “du netewe, yek dewlet” li şûna “yek netewe û du dewlet” biguhere.

Parlamenterê HEDEPê Cengiz Çandar got:

“Em li Sûriyeyê, Amerîkayê li beramberî xwe dibînin. Tişta ku siyaseta me li navçeyê bi rê ve dibe dijayetîkirina Kurd e.

Herçiqas em vê red bikin û bibêjin nexêr rêxistina terorê ye, dijayetîkirina Kurd e, eger ne wiha bûya, me çima di sala 2013an de zêdeyî carekê li Enqere û Stenbolê Serokê PYDyê pêşwazî kir.

Ji bo çi li gel berpirsên paye bilind ên wezareta derve civiya. Gelo wekî nûnerê rêxistina terorê civiya?

Cihê gora Şah Silêman di sala 2015an de bi hevkariya YPGyê, bi karê hevbeş li gel YPGyê hat guhertin.

Ev rêxistin ji kengî ve bûn rêxistinên terorê? Piştî salên 2013 û 2015an ji nişka ve bûne rêxistinên terorê?”

Berdevka HEDEPê behsa peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir û got, çima ew peywendî li gel Kurdistana Rojava jî neyê danîn.

Berdevka HEDEPê Ayşegul Doganê wiha axivî:

“Kurdistana Îraqê wekî mînak, dijminê doh bû, take hevpeymanê îro ye, doh wekî kabûsekê wiha bû, dihat gotin eger Kurdistaneke Federalî li Îraqê çêbibe çi dikin? Ev mînak e di dîroka me de.

Çima ev ne tiştek be ku bikaribin îro ji bo Sûriyeyê behs bikin? Çima Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne hevpeyman be?

Daxwaza vegerîneke wiha ji bo Kurdistana Sûriyeyê yan ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, li şûna şer daxwaza aştiyê çima dibe pirsgirêk?.”

Hikûmeta AK Partiyê ya bi Serokatiya Erdogan, çendîn sal şanazî bi wan gavan dikir ku ber bi çareserkirina pirsa Kurd ve diavêtin lê piştî têkçûna proseya aştiyê, rewş bi tevahî berevajî bû.

PKK bi têkdana proseyê tohmetbar kir û li Rojavayê Kurdistanê jî bi hinceta nêzîkê PKKyê ye, şerê dijî YPGyê ragihand ku hêza serekî ya nav HSDyê ye.

Artêşa Tirkiyeyê di salên 2018 û 2019an de êrîş bir ser sînorê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û ew der kontrol kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:09:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x