Parlamenterê HDPê Omer Ocalan li ser Twitterê nivîsî, Fenerbahçeyê peymana Ozan Suncak ji ber ku li ser Twitterê piştgirî da Ala Kurdistanê betal kiriye.
Ocalan wiha nivîsî: "Nikarin bi vî rengî rastiya kurd û Kurdistanê biqedînin. Ji ber vê polîtîkaya qirêj wê civakê bi jehrê bixin."
Ozan Suncakê ku welatiyê Almanyayê yê ji Bakurê Kurdistanê ye, berê di SSV Reutlingenê da dilîst û paşê derbasî Fenerbahçeyê bû û ji ber piştgirîkirina ala Kurdistanê peymana wî hat betalkirin.
