Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dicive û mijara sereke ya civînê zêdekirina mûçeyê karmend û xanenîşînan e.

03.07.2023, Pts - 07:17

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive
Nuçe Belav bike

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, piştî sê hefteyan îro Duşemê 3ê Temûza 2023an li Enqerê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan dicive. Mijara sereke ya civînê rewşa aborî ya Tirkiyê ye.

Di rojeva kabîneyê de tedbîrên girêdayî rûbirûbûna bihayên zêde û enflasyonê hene û tê çaverêkirin derbarê rêjeya zêdekirina mûçeyê karmend û xanenîşînan de gotûbêjek bê kirin. Reşnivîsa ku rêveberiya aboriyê amade kiriye dê pêşkêşî Erdogan bê kirin û derbarê pêşniyaryasayê de biryara dawî bê dayîn.

Li gor pêşniyaryasayê mûçeyê herî kêm yê karmendekî derdikeve 22 hezar lîre û ji bo karmendên din jî li gor asta wan dê zêdebûnek bê kirin. Rêjeya zêdekirina mûçe ligel enflasyona 6 mehan dê bi para refahê bê diyarkirin.

Tê çaverêkirin ligel rewşa aborî mijara şewitandina Quranê ya li Swêdê jî bê nirxandin û gavên dijî vê yekê bên gotûbêj kirin. Herwiha amadekariyên Lûtkeya Serokan a NATOyê ku dê Erdogan jî beşdar bibe yek ji mijara civînê ye. Li gor hatiye ragihandin 11 û 12ê Temûza îsal li Litvanyayê Lûtkeya Serokan a NATOyê tê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 523 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:23:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x