Li Qeyseriyê Newroz hat qedexekirin

Li navçeya Kocasînanê ya Qeyseriyê destûra ku ji bo pîrozkirina Newrozê hatibû wergirtin bi hinceta “ewlehiyê” hat betalkirin.

16.03.2024, Cts - 16:07

Li Qeyseriyê Newroz hat qedexekirin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Bajêr a Qeyseriyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Rêxistina DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan berî çend rojan ji bo ku partiya wan 17ê Adarê Newrozê pîroz bike destûr wergirtiye.

DEM Partiyê da zanîn ku destûra wan 15ê Adarê ji aliyê Birêveberiya Ewlehiyê ya Qeyseriyê ve bi hinceta "ewlehiyê" hatiye betalkirin.

"Bila Kurd dêya xwe nebînin"

Herwiha Rêxistina DEM Partiyê diyar kir ku êrişkarê ku êrişî wesayîta wan a hilbijartinê kiriye hatiye berdan û wiha pê de çû:

“Betalkirina çalakiya me ya hilbijartinê ji xeynî ewlehiyê tiştên din tîne bîra mirov, polîtîkaya li girtîgehan a 'Bila Kurd dêya xwe nebînin' veguheriye 'Bila li derve Kurd dernekevin sûkê.'”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x