Li Qeyseriyê xelk rabû ser pêyan: Otomobîl û xanî hatin şewitandin

Piştî ku li Qeyseriyê xebereke destdirêjiyê belav bû otomobîl, dikan û xaniyên Sûriyeyiyan hatin şewitandin.

01.07.2024, Pts - 10:19

Li Qeyseriyê xelk rabû ser pêyan: Otomobîl û xanî hatin şewitandin
Nuçe Belav bike

Li gorî gotegotan, li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokekî 5 salî yê Sûriyeyî kiriye.

Piştî ev hat bihîstin xelk li hev civiya da ku wî kesî bigire lê polîs hatin û wan gumanbar ji cihê bûyerê dûr kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseya hêrsbûyî xanî û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li ser torên civakî gelek vîdeo belav dibin û di wan de tê dîtin ku otomobîl, dikan û xaniyên Sûriyeyiyan didin ber êgir, dirûşmên nijadperset bilind dikin û otomobîlan diqulibînin.

Li hêla din, 5 polîsên ku hewl dida xelkê rawestînin birîndar bûn.

Piştî ku bûyer ji kontrolê derketin Parêzgarê Qeyseriyê Gokmen Çîçek çû cihê bûyeran.

Parêzgariya Qeyseriyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gumanbar hatiye desteserkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 110 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x