Rêveberekî ÎYÎ Partiyê: Serdana Erdogan a Amedê piştrast dike ku bi Ocalan re hevdîtin bûye

Şêwirmendê Meral Akşener Aytun Çiray got: “Serdana birêz Serokkomar a Amedê, nîşaneya hevdîtina bi Ocalan re ye.” Aytun Çiray di bernameyeke televîzyonî de îddia kir ku desthilata AK Partiyê dê pêvajoyeke çareseriyê ya nû bide destpêkirin.

24.10.2022, Pts - 12:12

Rêveberekî ÎYÎ Partiyê: Serdana Erdogan a Amedê piştrast dike ku bi Ocalan re hevdîtin bûye
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan duh 23ê Cotmeha 2022yan serdana Amedê kir.

Şêwirmendê Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Aytun Çiray di bernameyeke Halk TVyê de behsa vê serdana Erdogan a Amedê kir.

Çiray derbarê serdana Erdogan a Amedê de got: “Desthilat û medyaya wê piştî hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo Tifaqa Millet belav bikin hemû stratejî bikar anîn. Heta serokê terorê Abdullah Ocalan jî. Binêrin Serdana birêz Serokkomar a Amedê, nîşaneya hevdîtina bi Ocalan re ye. Zanyariyên ku ji me re hatine bi vî awayî ne. Desthilata siyasî bi armanca xapandina xelkê qaşo projeyeke çareseriyê dixwaze derxîne hole, lê dîsan li gor me bihîstiye serokê terorê gotiye; `êdî guh nadin min, hûn herin hinekî xelkê razî bikin û piştre werin em biaxivin.` Me zanyariyên girîng bihîstine."

Çiray herwiha dibêje îddiayên wî ne bêbingeh in û got: “Wek kesên ku min ji siyaset û burokrasiyê nas dikin, hûn baş dizanin eger min ev zanyarî girîng nedîbûna min nedigotin. Ji ber wê jî li pêy pêvajoyeke çareseriyekê ya nû ne. Di vî warî de jî bi Abdullah Ocalan re pirsgirêka wan nîne. Lê pirsgirêkên welatiyên me yên ku li başûrê rojhilat dijîn hene. Îro kî here li başûrê rojhilat ji dengdêrên ku polîtîze bûne re bibêje `dengên xwe bidin Partiya Dad û Geşedanê`, bi ti awayî guh nadin wan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x