Li gor telefisyona “RT” a Rûsî, piştî karwana leşkerî ya Tirkiyê sînorê Sûriyê derbas kiriye, artêşa Sûriyê ew karwan topbaran kiriye.
Li gor zanyariyên wê telefisyonê, ew karwan li rojavayê devera Qenatir ya li derdora Helebê bicih bûye û rasterast ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye toparankirin.
Jêderên wê kenalê amaje bi wê yekê dikin, piştî topbaranê, du firokeyên şer ên ji cura F16 derbasî esmanê Sûriyê bûn û gihêştin esmana wî bajarokî.
Heta niha ti amarek derbarê ziyanên canî û madî yên wê topbaranê ne hatine belavkirin.