TAK êrişa xwekujî ya Qeyseriyê girt stûyê xwe

Rêxistineke TAKê êrişa xwekujî ya vê dawiyê li bajarê Qeyserî yê Tirkiyê girt stûyê xwe.

20.12.2016, Sal - 19:02

TAK êrişa xwekujî ya Qeyseriyê girt stûyê xwe
Nuçe Belav bike

Rêxistina bi navê “Teyrên Azadiya Kurdistanê” (TAK), ku rêxistineke nêzîkî PKKê ye, di daxuyaniyekê de ragihand, êrişa xwekujî ya roja 17 vê mehê li bajarê Qeyseriyê ji aliyê endamekî wan ve hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, navê wî kesê xwekuj, Qasim Yildirimçakar (26 salî) û xelkê navçeya Qelqeliyê ya Wanê bûye.

TAKê encamderên êrişên xwekujî yên Stenbolê jî eşkere kir. Li gorî agahiyên TAKê, ewên ku xwe li Stenbolê teqandibûn, yek xelkê Qosera Mêrdînê û yê din jî xelkê Pirsûsa Rihayê bûye. Navê ewê Mêrdînî, Qedrî Kilinç 27 salî û yê Rihayî jî Burak Yavûz 30 salî bûye.

Di êrişên xwekujî yên Stenbol û Qeyseriyê de, bi giştî 58 polîs-serbaz û sivîl hatibûn kuştin û bi dehan polîs û serbaz jî birîndar bibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2477 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:36:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x