TIHV: 23 kes ji ber parastina mafên mirovan hatine cezakirin

Li gor raporta Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV) di 4 mehên destpêkê yên sala 2022ê de ji bo 23 kesan bi hinceta parastina mafên mirovan carekê cezayê heta hetayê û 211 sala û 4 meh û 10 roj cezayê girtîgehê hatiye dayîn

06.06.2022, Pts - 09:24

TIHV: 23 kes ji ber parastina mafên mirovan hatine cezakirin
Nuçe Belav bike

Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV) raporta xwe ya bi navê “Li Tirkiyê derbarê zehmetî, guşar û astengiyên ku parazvanên mafên mirov rûbirû dimînin(1 Çile-30 Nîsan 2022)” parve kir.

Li gor raportê 23 kes ji ber çalakiyên xwe yên parastina mafên mirovan rûbirûyê gef, şîdeta fizîkî, hemberîdan û armanckirinê bûne. Herwiha 74 civînên aştîxwaz û xwepêşandan ên derbarê parastina mafên mirovan jî bi hincetên cûda hatine qedexekirin.

Li gor raportê di 4 mehên destpêka îsal de ji ber xebatên di qada mafên mirovan de 1145 kes herî kêm bi yek an çend midexaleyên wek destdirêjî, gef, destdirêjiya îdarî û hemberîdanê rûbirû mane.

Li gor raportê:

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera 1ê Çile-30 Nîsana 2022ê

Ji bo 23 kesan yek cezayê heta hetayê û 211 sal û 4 meh û 10 roj cezayê girtîgehê

1347 kes rûbirûyê zêdegaviya dadweriyê bûn

Derbarê 998 kesan lêpirsîn hat destpêkirin

305 kes hatin desteserkirin

16 kes hatin girtin

74 civîn û xwepêşandanê mafên mirovan hatin qedexekirin

82 kesan ji dozê berat kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:44:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x