Tirkiye li hemberî YPGê ji ASAyê artêşeke 10 hezar kes ava dike

Li gorî îdîayan, Tirkiye ji bo ku li hemberî YPGê bide bikaranîn û li herêma biewle bide xebitandin ji Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) artêşeke 10 hezar kesî ava dike.

23.05.2017, Sal - 09:04

Tirkiye li hemberî YPGê ji ASAyê artêşeke 10 hezar kes ava dike
Nuçe Belav bike

Rêvebirê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Rêzan Hido di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Tirkiye li hemberî YPGê ji ASAyê artêşekê ava dike." Ji aliyê din ve rêvebirê ENKSê Muslim Mihemed jî ragihand ku Tirkiye ji bo ku li hemberî YPGê operasyonê bide destpêkirin dixwaze ji ASAyê artêşekê ava bike.

Herwiha li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ASAyê hatine wergirtin, ew jî avakirina artêşekê ji ASAyê serast dikin û dibêjin Tirkiye dixwaze ji Cerablusê hetanî Idlîbê herêmeke biewle ava bike û dê ASAyê jî li wir bi cih bike.

Fermandarekî ASAyê di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Tirkiye ji bo ku li hemberî YPGê operasyonan bide destpêkirin û ji Cerablus hetanî Idlîbê di herêma biewle de bide wezîfedarkirin ji sûriyeyiyan artêşekê ava dike. Ev xebat 3 meh in didome. Li bajarê Kilis û Dîlokê hêza taybet a Tirkiyeyê wan perwerde dike. Perwerde 45 rojan dewam dike. Sûriyeyiyên ku ji Idlîb, Heleb, Şam û Hemayê ne tevlî perwerdeyê dibin. Kesên ku tevlî perwerdeyê dibin piraniya wan ji pekhateyên ereb û tirkman in. Kurd jî hene lê pir kêm in. Yên tevlî perwerdeyê dibin mehane 300 dolar werdigirin û cihê manê ji wan re peyde dikin."

Ji aliyê din ve rêvebirê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Rêzan Hido jî di axaftina xwe de bal kişand ser avakirina artêşa ASAyê û got: "Li gorî agahiyên ku ji me re tên Tirkiye ji bo operasyona bajarê Efrînê hêzên ASAyê perwerde dike. Piştî çekdayîna Amerîka bo YPGê Tirkiye dixwaze têkeve hereketê. Ji bo ku li Kobanî û Qamişloyê leşkerên amerîkî hene Tirkiye nikare operasyonê li wir bike. Her wiha Tirkiye dixwaze ji Ezazê hetanî Mare, Cerablus, rojavayê Helebê û Idlîbê têxe bin kontrola xwe. Em meraq dikin bê Dewleta Sûriyeyê wê helwesteke çawa nîşan bide."

Hikmet Durgun / Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1505 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:30:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x