Welatiyên li herêma erdhejê çûn ser sindoqan

Li Dîlok, Mereş, Meletî, Riha, Semsûr û Kîlîsê yên ku di erdheja 6ê Sibatê de zirareke mezin dîtibûn, dengdêran di sindoqên li baxçeyên dibistanên ku zirar dîtine hatine danîn de dest bi dengdayê kirin.

14.05.2023, Paz - 07:06

Welatiyên li herêma erdhejê çûn ser sindoqan
Nuçe Belav bike

Li Mereşê serok û rayedarên sindoqê yên ku di demjimêrên serê sibê de çûn dibistanan amadekariyên xwe temam kirin.

Hin dengdêrên li ber konteyniran li baxçeyê Dibistana Amadehiyê ya Zekî Karakiz a navçeya Onikisubatê di dorê de bûn, ji saet 08.00an pê ve dest bi dengdayînê kirin.

Tevî ku serê sibê ye jî welatî li ber sindoqan ketine dorê.

Li Mereşê 753 hezar û 287 dengdêr dê ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Xula 28emîn a Parlamenteriyê di 2 hezar û 405 sindoqan da dengên xwe bidin.

Li Dîlokê li navenda bajêr welatiyan li dibistanan dengên xwe dan. Li navçeyên Îslahiye û Nûrdagiyê yên ku ji ber erdhejê bandoreke mezin lê çêbibûn, dengdêran di konteynerên hilbijartinê yên ku hatine danîn de, dest bi dengdayînê kirin.

Li Meletî û Semsûrê ji bilî dibistanên ku ji erdhejê xilas bibûn, di konteynerên hilbijartinê yên li taxên dibistanên xerabûyî hatin danîn de dengan dest pê kir.

Hate dîtin ku li herêmên ku konteynerên hilbijartinê hatine danîn, welatiyan qelebalixî çêkirine.

Li Riha û Kilîsê jî welatî ji saetên serê sibê ve çûn ser sindoqan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:27:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x