DAIŞê êriş kir, şervanekî canê xwe ji dest da
SOHRê da zanîn ku li Reqayê di êrişa DAIŞê de şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest daye û du şervan jî birîndar bûne.

Demên dawiyê êrişên DAIŞê yên li Hisîça, Reqa û Dêrezorê zêde bûne.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku DAIŞê li bakurê Reqayê, li ser rêya di navbera gundê Kalitê û gundê Xinîzê de êrişî otomobîleke şervanên HSDyê kiriye û şer qewimiye.
Li gorî nûçeya SOHRê, di vî şerî de şervanekî canê xwe ji dest daye û du şervan jî birîndar bûne.
Divê were gotin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha ev agahî piştrast nekiriye.
SOHRê da zanîn ku DAIŞê ji destpêka îsal ve 96 caran êrişî herêmên Rêveberiya Xweser kiriye û bûye sedema mirina 35 kesan.
Cih û hejmara êrişên ji serê salê ve wiha ye:
Dêrezorê: 80 êriş
Hisîça: 10 êriş
Reqa: 6 êriş