Sîrwan Barzanî: Pêşmerge li Qereçûxê oparasyonek li dijî IŞİD'ê Pêkanî

Fermandarê Mihwerê Guwêr – Mexmûr ê hêzên Pêşmerge aşkere kir ku, li navçeyên di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Îraqê de oparasyonek li dijî terorîstên IŞİD'ê hat kirin û tê de 2 çekdarên IŞİDê hatin kuştin.

16 Gulan 2022 - 04:12
16 Gulan 2022 - 04:12
 0  1435
Sîrwan Barzanî: Pêşmerge li Qereçûxê oparasyonek li dijî IŞİD'ê Pêkanî

Fermandarê Mihwerê Guwêr – Mexmûr ê hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir ku duhî Berbangê hêza Pêşmergeyên eniya 6 di valahiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Îraqê de li bakurê çiyayê Qereçûxê oparasyonek li dijî terorîstên DAIŞ'ê pêk anî.

Sîrwan Barzanî aşkere kir, “Di dema lêgerîna 3 şikeft û tonelan de rûbirûbûn di navbera Pêşmerge û terorîstên DAIŞ'ê de çêbû. Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû û du terorîst hatine kuştin. Herwiha kelûpelên terorîstan ketin destê Pêşmerge.”