Kurdistan ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî: Rêkeftina Duhokê dibe bingehek ji danûstandinan re

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî (PYD û hevalbendê wê) daxuyaniyeke hevbeş belav kir û tê de hat, şanda ENKSê û şanda Partiyên Yekîtiya Niştimanî qonaxa yekem a danûstandinên yekrêziya Kurdî li Hesekê bidawî kir û gihîştin nerîneke siyasî ya hevbeş û pabendker.

17 Hezîran 2020 - 06:16
17 Hezîran 2020 - 06:16
 0  2488
 Kurdistan ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî: Rêkeftina Duhokê dibe bingehek ji danûstandinan re

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî (PYD û hevalbendê wê) daxuyaniyeke hevbeş belav kir û tê de hat, şanda ENKSê û şanda Partiyên Yekîtiya Niştimanî qonaxa yekem a danûstandinên yekrêziya Kurdî li Hesekê bidawî kir û gihîştin nerîneke siyasî ya hevbeş û pabendker.

Ragihand jî, herdu alî rêkeftina Duhokê ya sala 2014an ya derbarê hikumkirin, hevbeşiya rêvebirinê, parastin û berevaniyê, dikin bingehek ji diyalog û danûstandinan re, ji bo gihîştina rêkeftineke giştgîr di demeke nêzîk de.

Di daxuyaniyê de hatiye, herdu alî tekeziyê li ser girîngiya hevkarî û yekrêziya Kurdî li Sûriyê dikin û pêşwazî li vê gava dîrokî ya girîng ji bo gihîştina bi têgihîştineke mezintir û hevkariyeke kirdarî dikin, bi awayekî ku bikeve berjewendiya gelê Kurd û hemû pêkhateyan li Sûriyê.

ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî dibêjin, şandên herdu aliyan karên xwe wek dilsoziyekê ji qurbaniyên mezin ên keç û kurên Sûriyê û bi taybet şehîd û birîndarên Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan re, yên canê xwe ji bo parastina cîhanê ji zordariya DAIŞê bexişandine dikin.

Herdu alî diyar dikin jî, ev têgihîştin gaveke mezin û girîng e û bi serperiştiya Alîkarê Cîgirê Şandeyê Amerîkî yê Tyabet di Hevpeymaniya Navdewletî William Robac û Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Ebdî hatiye encamdan.

Herwiha herdu alî spasiya General Mezlûm Ebdî, Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin, ji bo piştevanî û keda wan ji bo yekîtiya Kurdî li Sûriyê. Herwiha spasiya Amerîka jî kir, ji bo serperiştî û piştevaniya wê ji pêkanîna pêşerojeke demokratîtir û firehalî ji Sûriyê re, ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî be.