Welîd Faris: Divê HSD û Herêma Kurdistanê peymaneke parastinê îmze bikin

Welîd Faris, şêwirmendê berê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyara îmzekirina "peymaneke parastinê ya hevbeş" di navbera Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dike ji bo rûbirûbûna gefên milîsan.

7 Tîrmeh 2025 - 10:33
7 Tîrmeh 2025 - 10:33
 0  180
Welîd Faris: Divê HSD û Herêma Kurdistanê peymaneke parastinê îmze bikin

Welîd Faris li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.

Welîd Faris got, "Divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên li Sûriyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Îraqê, li dijî gefên milîsên cîhadî yên li ser sînorên navneteweyî peymaneke parastinê ya hevbeş îmze bikin."

Faris di beşeke din a daxuyaniya xwe de amaje bi Peymana Sykes-Picotê jî kir û got:

"Madem hinek kes ji bo rakirina Sykes-Picot kar dikin, baş e, bila ew pêdaçûnek di bin yasaya navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekbûyî de dest pê bike."

Şêwirmendê berê yê Trump, di daxuyaniya xwe de her yek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî, tevî hejmarek senator û berpirsên Amerîkî di nav de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Serokê Civata Nûneran tag kiriye.

Welîd Faris, şirovekarekî siyasî yê Libnanî-Amerîkî ye û di kampanyaya hilbijartinê ya 2016an de şêwirmendê Donald Trump bû.

Ew bi şîroveyên xwe yên li ser mijarên Rojhilata Navîn û dijeterorê tê naskirin.