Li Avaşîn-Basyanê şer: 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Di encama şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên di nava sînorên Herêma Kurdistanê de, 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

9 Tîrmeh 2023 - 16:24
9 Tîrmeh 2023 - 16:24
 0  1183
Li Avaşîn-Basyanê şer: 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew her du leşker li herêma operasyona Pençe-Şîmşekê di encama gulebarana endamên PKKê de hatine kuştin.