Peyama Akademîya Kurdî li Stockholm ji bo Kerîm Şengalî

Akademiya Kurdî li Stockholmê, li ser siyasetzan, rewşenbîr, pêşmergeyê rêbaza Barzanî û wezîrê navxweyî yê berê Kerîm Şengalî peyameka sersaxiyê belav kir

12 Hezîran 2025 - 11:16
12 Hezîran 2025 - 11:16
 0  328
Peyama Akademîya Kurdî li Stockholm ji bo Kerîm Şengalî

Wezîrê berê yê Kurdistana Federal Kerîm Şingalî koça dawî kir. Ew siyasetzan û şopdarê rêbaza Mele Mistafa BARZANÎ bû û di damezrandina “Qiyadeya Miwaqet” de rola rêbaza neteweyî ya  Kerîm Şengalî, Mesud BARZANÎ, Idris BARZANÎ û Samî Evdilrehman pir e. Qiyadeya Miwaqet bi fermana serokê neteweyî nemir BARZANÎ hatibû damezrandin.

Em hevparê  xemên malbata  Kerîm Şingalî ne û em sersaxî ji tevahiya neteweya kurd re dixwazin. Em sersaxîyê ji malbata Kerîm Şengalî, hezkirên wî û xwe hevparên xemên wan dibîne. Giyana wî şad û cihê wî bihuşt be. Akademîya Kurdî li Stockholmê xwe hevpara xemên malbata BARZANÎ dibîne. Em bi ser navê Akademîya Kurdî pir xemgîn in, ji malbata Kerîm Şengalî re sebrê dixwazin.

Akademiya Kurdî li Stockholmê

Sekreterê Akademiya Kurdî- Dr. Najmaddin KARÎM

Serokê Akademiya Kurdî- Dr. Maruf Yılmaz