124'emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî...

Hejmara yekem a rojnameya Kurdistanê roja 22yê Nîsana 1898 li paytexta Misrê-Qahîrê û ji aliyê zanayê kurd Mîqdat Mîdhet Bedirxan ve hat derxistin.

22 Avrêl 2022 - 11:01
22 Avrêl 2022 - 11:01
 0  1392
124'emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî...

Îro 22yê Nîsanê, 124 sal di ser derketina yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê “Kurdistan” re derbas dibe.

Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya Kurdistanê îro ji aliyê hemû dezgehên kurdî û herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve weke destpêka rojnamegeriya kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.

Bi giştî 31 hejmar ji rojnameya Kurdistanê derket. Ji hejmara yek heta pêncê li Qahîrê derket, ji hejmara 6 heta 19 li bajarê Cenev a Swîsrê, ji 20 heta 23 dîsa li Qahîrê, hejmara 24 li Londonê, ji hejmara 25 heta 29 li Almanya û 30 û 31 jî dîsa li Cinêvê hat derxistin.

Sedema ku rojname li çend welatan derket û derketina wî qût dibû, ji ber wê yekê bû ku Misir û hemû navçe di bin desthilata Osmaniyan de bû, dibe ku wê çaxê nehiştibin hemû hejmarên rojnameyê li Qahîrê derkevin, nexasim ku bi navê Kurd û Kurdistan bû.

Hejmara 31, çapa dawî ya Rojnameya Kurdistan bû û piştî wê ti hejmareke wê rojnameyê derneket û dawî li weşana wê hat.