Ji bo 8 parêzgehan hişyarî hat dayîn

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li seranserê wî welatî berf û baran dibare û ji bo 8 parêzgehan hişyariya aşûtê û qeşayê hatiye dayîn.

30 Berfanbar 2024 - 08:07
30 Berfanbar 2024 - 08:07
 0  1993
Ji bo 8 parêzgehan hişyarî hat dayîn

Li gor daxûyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê 30ê Kanûna 2024an li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf û baran dibare û bandoreke nerênî li ser jiyana rojane ya welatiyan dike.

Ji bo parêzgehên Dêrsim, Erzîngan û Xarpêtê hişyariya berfê û ji bo parêzgehên Semsûr, Dîlok, Kilîs, Mereş û beşekî Meletiyê jî hişyariya baran û lehiyê hatiye dayîn.

Her wiha amaje bi egera aşûtê û qeşayê hatiye kirin.

Li piraniya parêzgehên Tirkiyê jî berf û baran dibare û li 3 parêzgehan Afyonkarahisar, Uşak û Denizliyê ji ber berfa zêde îro dibistan hatine girtin.