Hêza Pêşmerge li Çiyayê Qereçûxê oparasyonek li dijî IŞİD'ê pêk anî

Fermandarê Enîya Guwêr – Mexmûr ê hêzên Pêşmerge aşkere dike, li navçeyên di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Îraqê de oparasyonek li dijî terorîstên IŞİD'ê hat kirin û tê de 2 çekdarên IŞİD'ê hatin kuştin.

16 Gulan 2022 - 06:21
16 Gulan 2022 - 06:21
 0  1345
Hêza Pêşmerge li Çiyayê Qereçûxê oparasyonek li dijî IŞİD'ê pêk anî

Fermandarê Enîya Guwêr – Mexmûr ê hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” de ragihand ku duhî Berbangê hêza Pêşmergeyên eniya 6 di valahiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Îraqê de li bakurê çiyayê Qereçûxê oparasyonek li dijî terorîstên IŞİD'ê pêk anîye.

Sîrwan Barzanî aşkere kir, “Di dema lêgerîna 3 şikeft û tonelan de rûbirûbûn di navbera Pêşmerge û terorîstên IŞİD'ê de çêbû. Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû û du terorîst hatine kuştin. Herwiha kelûpelên terorîstan ketin destê Pêşmerge.”