Moskowê hişyarî da welatiyên xwe yên li Azerbeycanê

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Azerbeycanê û bang li wan kir ku “baldar û hişyar” bin.

3 Tîrmeh 2025 - 10:41
3 Tîrmeh 2025 - 10:41
 0  186
Moskowê hişyarî da welatiyên xwe yên li Azerbeycanê

Ev hişyarî piştî wê aloziyê hat ku li Rûsyayê 2 Azerî hatin kuştin.

Di daxuyaniyeke nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hat belavkirin de hişyarî ji bo welatiyên Rûs ên ku li Azerbeycanê ne yan jî plan dikin herin wir hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku divê welatiyên Rûs ên dixwazin biçin Azerbeycanê, “rewşa heyî ya li wî welatî” li ber çavan bigirin û hat gotin:

"Em bang li welatiyên xwe yên li Azerbeycanê dikin ku zêdetir baldar û hişyar bin.”

Aloziya di navbera Azerbeycan û Rûsyayê de

Girjiya di navbera her du welatan de piştî bûyereke li bajarê Yekaterinburgê yê Rûsyayê zêde bû.

27ê Hezîranê, di biserdegirtina hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê ya li ser malên Azeriyen de 2 welatiyên Azerbeycanê hatibûn kuştin, çend kes bi giranî birîndar bûbûn û 9 kes jî hatibûn desteserkirin.

Wezareta Karên Derve ya Azerbeycanê piştî bûyerê, gazî Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Rûsyayê yê Bakuyê Pyotr Volokovih kiribû û nerazîbûna tund a welatê xwe ragihandibû.

Bakuyê her wiha daxwaza lêkolîneke bilez û cezakirina berpirsan kiribû.

Wezareta Çandê ya Azerbaycanê jî wekî bertekekê jî hemû çalakiyên çandî yên Rûsyayê yên Azerbeycanê betal kiribûn.