Ji ber barîna berf û baranê li 24 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû betlane

Ji ber barîna berf û baranê, îro 6ê Sibatê li 24 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku ketine nav lîsteya zer a keşûhewayê, weke bêhnvedana fermî hat ragihandin.

6 Sibat 2025 - 08:44
6 Sibat 2025 - 08:44
 0  517
Ji ber barîna berf û baranê li 24 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû betlane

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo îro pêncşemê, 24 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xistin lîsteya zer û roja înê jî 27 parêzgeh xistine lîsteya zer.

Ji ber barîna berf û baranê îro pêncşemê li 24 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibistan û navendên xwendinê hatine girtin.

Barîna berfê dê sê rojên din jî berdewam bike, di vê hefteyê de pileya germê dê 5 heta 10 pile dakeve.