HSDyê nasnameyên 3 şervanan eşkere kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervan Elî El Igêdî, Hecî û Qortay Hesekê li herêma Dêrezorê di demên cuda de canê xwe ji dest da.

26 Îlon 2024 - 07:11
26 Îlon 2024 - 07:11
 0  1588
HSDyê nasnameyên 3 şervanan eşkere kirin

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê şervanên canê xwe ji dest daye daxuyaniyek da.

HSDyê got, “Hêzên me li dijî tevahî cureyên terorê, têkoşîneke domdar dimeşînin û ewlehiya şêniyan di tevahî şert û mercan de diparêzin.”

Li gorî daxuyaniya HSDyê, şervanên wan Enwer Beşar El Ilêwiyê bi nasnavê Elî El Igêdî, Ziyad Hesan El Îbrahîmê bi nasnavê Hecî û Ebûd Mehmûd El Hemadeyê bi nasnavê Qortay Hesekê dema li ser erka xwe bûn, di demên cuda de canê xwe ji dest daye.

HSDyê sersaxî ji malbatan re xwest û got:

"Em careke din soz didin ku têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku xewnên şehîdan û welatekî azad ê bêteror û dagirkerî ava bikin.”

Cih û dema şehîdketina şervanan

Elî El Igêdî: Ji Dêrezorê ye û li devera Şinan a Derozê 21ê Îlonê 2024an canê xwe ji dest daye.

Hecî: Ji Hesekê ye û li devera Hewayic Zîbanê ya Dêrezorê 23yê Îlona 2024an canê xwe ji dest daye.

Qortay Hesekê: Ji Dêrezorê ye û li devera Hewayic Zîbanê ya Dêrezorê 23yê Îlona 2024an canê xwe ji dest daye.(Rudaw)