Trump li pêş e, Bitcoin firiya
Piştî encamên destpêkê yên hilbijartinên Amerîkayê, Bitcoin bi ser 75 hezar dolaran ket ku rekoreke nû ye.
Li gorî encamên nefermî yên 40 eyaletî 230 delegeyên Donald Trump û 209 delegeyên Kamala Harrisê hene.
Bi tevahî 50 eyalet hene û namzedê ku 270 delegeyî bistîne dê bi ser bikeve.
Piştî van encaman hêviya ku dê Namzedê Komariyan Donald Trump bi ser bikeve zêde bû û bihayê Bitcoinê bi carekê re zêde bû.
Li gorî daneyên Coinmarketcapê, Bitcoin gihişt 75 hezar û 11 dolaran ku rekoreke dîrokî ye.