Hewlêr: Alaya herî mezin a Kurdistanê ya ji keviran hat çêkirin

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw roja 28ê Hezîrana 2025an, li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “Facebook” ragihand, projeya çêkirina ala herî mezin a Kurdistanê ya ji keviran bidawî bûye.

30 Hezîran 2025 - 11:26
30 Hezîran 2025 - 11:26
 0  192
Hewlêr: Alaya herî mezin a Kurdistanê ya ji keviran hat çêkirin

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw roja 28ê Hezîrana 2025an, li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “Facebook” ragihand, projeya çêkirina ala herî mezin a Kurdistanê ya ji keviran bidawî bûye.

Omêd Xoşnaw diyar kir, ev alaya mezin li nêzîkî Firokxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye çêkirin û rûberê wê 4 hezar metreyên çargoşe ye.

"Dê ji ezmanan ve were dîtin"

Parêzgarê Hewlêrê amaje bi wê yekê kir ku armanca sereke ya projeyê ew e ku dîmeneke xweş pêşkêşî wan geştyar û rêwiyan bike ku serdana Hewlêrê dikin.

Herwiha da zanîn, çêkirina vê alayê beşek e ji pêngavên ji bo xemilandina bajarê Hewlêrê û afirandina “dîmeneke ciwan a tijî gul, gulzar û keskahî” ye.