Li Sêrtê bav hat kuştin, kur birîndar e

Li navçeya Dihê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi çekan a du koman de bav hat kuştin û kurê wî birîndar e.

9 Hezîran 2025 - 15:09
9 Hezîran 2025 - 15:09
 0  218
Li Sêrtê bav hat kuştin, kur birîndar e

Li gorî agahiyan, li gundê Bukatê yê Dihê du kom ji ber sedemeke nekifş bi çekan bi hev çûn.

Di vê pevçûnê de bav S.K. (72) û kurê wî E.K. (18) bi giranî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku S.K. li cihê bûyerê miriye û wan E.K. bi helîkoptera leşkerî veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Termê S.K. jî li meytxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê ye.

Gumanbar H.S.S. berê reviya lê paşê xwe radestî cendirmeyan kir.