Sılêmanî: Pêşmergeyan 2 dron xistin
Li Silêmaniyê hêzên Yekîneya 70yî ya Hêzên Pêşmergeyan ragihand ku wan 2 dron xistine xwarê.

Li gorî agahiyên ji rayedaran, dronek li taxa Taslûceyê ya Silêmaniyê û ya din jî nêzîkî baregeha Yekîneya 70ya Hêzên Pêşmergeyan ket.
Dron li nava malan ket û bû sedema tirsa xelkê.
Berdevkê Yekîneya 70yî ya Hêzên Pêşmergeyan Ehmed Letîf di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand:
“Dronek li Taslûceyê û ya din jî nêzîkî baregeha me ket.”
Dîmenên drona ku li Taslûceyê ket li ser medyaya civakî hatin parvekirin.
Di dîmenan de dengê teqîneke mezin tê bihîstin û piştre agir bilind dibe.