40 sal berê, 40 sal paşê!

Çil sal berê weka îro ordiya Tirka dest danîbû li ser îdareya Tirkiyeyê. Hingî ez 23 salî bûm, niha bûme 63 salî! Umrek derbas bû!

Abit Gürses

12.09.2020, Cts | 12:38

40 sal berê, 40 sal paşê!
Nêrîn Belav bike

Darbeya askerî li gor plan û programa xwe û bê mişkule (problem) pêk hatibû.

Ne ji aliyê partî û sîyasetên rejîmê, ne ji alîyê hêzên çep û rast ê Tirkan, ne jî rêxistinên Kurdan ve li hember darbeyê tu berxwedan çênebûbû.

Ji xwe General Kenan Evren jî piştî darbeyê çend caran got, 'em man acêb mayî ku tu berxwedan yan arqelê çênebû'.

Darbeya 12 Ilonê siyasetek antî-Kurd meşand. Xort û keçên Kurdan bi tohmetên giran hatin darizandin û cezakirin.

Bi deh hezaran Kadro endam û sempatîzanên rêxistinên Kurdan ku ji bo mafê milletê Kurd xebatê dikirin, hatin girtin, bi tohmet û sûcên xiyali hatin cezakirin

Hepsa Diyarbekirê, li işkencexaneyên Erzerum, Elezîz, Wan, Bêdlîs-Rehwa, Seért gellek ên din da sîyasetmedar û şoreşgerên Kurd hatin îşkencekirin, hatin perçiqandin.

Ji bo Kurdbûna wan, wan pîs bikin, girantirîn işkence û heqaret li wan hat kirin.

Li Hepsa Diyarbekirê da şexsiyet, izzeti nefis, keramet û ğururê insanên me xistin bin lingan.

Me gellek qehremanên xwe li wir wenda kir. Bi dehan kes li bin işkence hat kuştin. Bi dehan kes ji bo protestokirina zulma hepsê xwe şewitandin.

Ferhat Kurtay, Bedii Tan, Kemal Pir, Yılmaz Demir, Necmeddin Büyükkaya gellek ên din hatin kuştin.

Idare askeri bi navê berhevkirina çekan xelkê gundan bêzar kirin.

Zilma askerên Tirk li hember xelqê Kurdan gihaşt arş û elayê!

Xeynê deh hezaran girtîyên sîyasî, bi hezaran kadro û endamên rêxistinên Kurdan li dinyayê belav bún.

Ew destura esasi ya ku Askeran bi keyfa xwe li xelqê dabûn qebûlkirin bi çend guhertinan îro jî berdewam e.

Partiyên siyasi ya Tirkan ji dil nedixwastin/naxwazin destura esasîyeke demokratîk bê çêkirin.

Bi derewa hevûdu dibin tînin lê tu gavekî hêja neavêjin.

Eger AKP û CHP bixwastana yan jî îro bixwazin dikarin destureke demokratîk amade bikin, bi xelqê bidin qebûlkirin.

Ji ber vê yekê sekna partiyên siyasî li hember rejim û destura 12 Ilonê sexte ye!

Eger sexte nebana kê destê wan girtîye?

Hinek firsend ket destê AKP ew jî xwastin destura esasiya saltanatê çêkin!

Hetta Tirkiye hebûn û mafê milletê Kurd qebûl neke, nexe desturè xwe da. Destura xwe li gor welatên Yekitiya Ewrupayê neguherîne nikare bibe demokrasiyek tewaw.

Do dîktatoriya askerî hebû, îro rejîmek çava Tirkiyeyê idare dike?

Navê vê rejîmê çi ye?

Li ser inqilaba askerî ya 12 ilonê 40 sal derbas bûn, gelo iro rewşa demokrasiya Tirkiye çava ye?

Tirkiyeya îro 11 Ilonê 1980'yî pêştir e, yan li paştir e!?

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2037 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:11:24
x