Serok M. Barzanî Xelet Dike!

Abit Gürses

07.12.2021, Sal | 10:17

Serok M. Barzanî Xelet Dike!
Nêrîn Belav bike

Xwûşk û birayên hêja,

organîzekirina,

damezirandina,

pêkanína,

birêkxistina,

hunandina,

DIASPORA KURDÎ HÎN TEMAM NEBÛYE!

Ew mihaweleyên ku li pîyaseyê de xuya dikin, nikarin bêjin em núnertiya (temsila)

diaspora Kurdî dikin.

Divê bê ku dijatiya hevûdu bikin, divê hemû xebatên ji bo DIASPORAYEK BI HÊZ A KURDI bi waxt re bighijin hev, dijatiya hevûdu nekin. Bi hev re, hevûdu temam bikin, bighijin organîzasyona DIASPOREYAKA MEZIN A KURDÎ.

Ez bawer nakim xebata dîaspora Kurdî bi kontrola rêxistinên siyasi li pêş bikevî.

Bi ekse wê, divê rêxistinên siyasi li gel diaspora Kurdi hevkar û hevaheng bin.

Ne ku bi exlaqekí stalinist bixwazin rêxistinên diaspora bixin bin kontrola xwe de.

Herweha hemû insiyatif yan xebatên ku ji bo pêkanîna diaspora Kurdi li meydana xebatê ne, divê ne bi tenê nêzîkê hevûdu bin, herweha divê kar û xebatên diaspora gav bi gav, suksesiv, tedricen, teslîmê genc û ciwanan (neslê, cîlê) nû bikin!

Divê gencên me li Ewrupa bikevin nav xebata diasporeya Kurdi. Eger na ev xebat kadúk dimîne, beravêtî dibe, berfireh nabe, temsîla Kurdan nake.

Potansiyela Kurdên Ewrupayê ji welatekî meztir e. Ne bi tenê dîplomsiya ji bo doza Kurdi, Lobi ji bo Kurdistanê, her wuha Kurd quvvetekî finansê ne jî. Aniha çend kesên jîr û zane xwedi finans bi hesani dikarin Bankek ji bo Kurdên Ewrupayê ava bikin. Ew potansiyel, ew bingeh heye. Bi tenê xwediyê firmayên xwarin, şînî, fêkî, branşa xwarin û restoranê bi sedan milyar Evro ciro dike!

Divê Kurd ferqa hêza (quvveta) xwe baş têbigihin, baş bizanibin.

Kesên ku weka min waxtê xwe de di nav partiyên kurdi da xebat kirine, hatine Ewrupa,

emrê wan gihaye 60, 70 sali, ne dikarin zimanekî Ewrupî baş bipeyivin, ne jî kêrî diplomasiyê tên. Ew camêrana bila bi navê xebata diaspora kurdi, vê saheyê neherimînin.

Pûç nekin! Bila palpiştè diaspora bin, ne ku bibin kosp, arqele!

Diasporeya Kurdi çênabe ji Hewlêrê,Diyarbekir, Qamişlo û Mehabadê bê rêve birin!

Divê li gel Hewlêrê û navendên din yên siyasi hevaheng bin, hevkar bin, hevbeş bin,

di nava koordinasyon û diyalogê de bin! Ji ber ku diasporeya Kurdi nikare bikeve bin baskê partiyeke siyasi.

Diasporeya Kurdi divê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê kar û xebat bike.

Bihêlin DIASPOREYA KURDI xwe bi avayeke rêk û pêk organîze bike.

Program û armanca xwe tesbît bike.

Li gor program û biryarên xwe dest bi xebata xwe dûr û dirêj bike. Ji bo ku ev yeka pêk bê, divê rêxistin û insiyatifên mewcud ji bo pêkanîna diasporeya Kurdi karê xwe bimeşînin, bighijin organîzasyona herî baş, herî bi hêz!

Eger mirov li meseleya diasporeya Kurdi weha berfireh temaşe bike, civîna Hewlêrê şaş e. Kêm e. Xelelet e.

Civîn bi xwe şaş nebe jî, bêşdarbûn û piştgiriya rêzdar Serok Mesud Barzani xelet e, şaş e.

Çênabe Serok Barzanî piştgiriya aliyek bike. Ji ber ku xebateke din ku hin negihaye encam berdewam e. Herweha ew xebat jî çend sal berê bi şêwra Hewlêrê destpêkiribû. Eger ez şaş nebim bi malûmat û istîşareya Serok Mesud Barzanî dest bi organîzekirina diadporeya Kurdi kiribún.

Ez hêvîdar im ku berpirsên insiyatifa her du alì û eger hebin aliyên din bikaribin

li hev rûnin, riyên çareseriyê peyda bikin, organîzekirina diasporeya Kurdi bi hev ra bimeşînin.

Bi rastî jî ew camerên ku çûne Hewlêrê nikarin bêjin me diasporeya Kurdî pêk aniye.

Gellek ji wan camêran hevalê min in, ez îhtirama wan digrim. Ew belkî dikarin bibin beşeki biçûk a diasporeya Kurdi. Bêguman ew diasporeya mezin û xwedî hêz ku ez xeyal dikim!

Ji ber van sedemên li jor hat destnîşankirin, çênabe Serok M. Barzanî bibê piştgirê beşekî ji diasporeya Kurdi. Divê Serok Barzani rola xwe bileyize da ku DIASPOREYA KURDÎ BERFİREH Û YEKGİRTÎ AVA BİBE.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2077 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:02:37
x