Lêborîna YPG gavekî baş e

Bê guman ew kesên ku kultura polîtîk a YPG, PYD û rêxistinên mîna wan baş nas dikin, ji vê peyamê ra mane acêp mayî. Ji ber ku kultur û adetê wan da lêborîn xwastin tunne bû. Ez bi xwe jî şaş mam, lê şaşmayînek pozîtîv ne negatîv.

Abit Gürses

28.06.2020, Paz | 21:50

Lêborîna YPG gavekî baş e
Nêrîn Belav bike

Xwandevanên hêja, Fermandariya Giştî ya YPG bi daxwuyaniyek ji xelkê Amudê lêborîna xwe xwastîye. Di 27-28/6/2013 an de hêzên YPG li Amudê nêzîkê 10 xwepêşandar kuştibûn, bi dehan kes birîndar kiribûn, ofisa gellek partiyan kavil kiribûn. Li gor daxwûyaniya YPG ku li Nêrîna Azad da bi zimanê Tirkî li roja 27-6- 2020 an de hatiye weşandin wêha dibêje; ‘’... Ji bo dermankirina vê birîna kûr û xembar em berpirsiyariya xwe qebûl dikin, ji xelkê xwe lêborînê dixwazin...’’

Bê guman ew kesên ku kultura polîtîk a YPG, PYD û rêxistinên mîna wan baş nas dikin, ji vê peyamê ra mane acêp mayî. Ji ber ku kultur û adetê wan da lêborîn xwastin tunne bû. Ez bi xwe jî şaş mam, lê şaşmayînek pozîtîv ne negatîv. Ez hêvîdar im ku YPG li ser soza xwe bisekine, malbatên maxdur hem maddî hem jî manevî dilxweş (razî) bike. Nehêle bûyerên weha dubare bibe. Ji bo parastina hevkarî, yekiti û ittîfaqa Kurdan rijd (bi israr) be.

Mixabin li dema bûyerê Amudê da jî weka her car ‘Kurdên rewşenbîr an jî rewşenbîrên Kurd’ xwe kerr û lal kiribûn. Min jî bi nivîsek bi navê ‘ÊDÎ BES E!’ raya xwe weha dabû xwuyakirin.

ÊDÎ BES E!*

Çend roj berê hêzên YPG (Yekineyên Parastina Gel) a ser bi PYD weka ku bajarekî (şarekî) dijmin be, der dora bajarê Amudê abluqa (muhasara) kirin, bi dehan Kurdên sivîl kuştin û bi sedan kes girtin…

Li hember terorizekirina Amudê bi destê YPG çend pirs tê bîra mirov. Pirsa pêşî ev e, gelo

YPG askerê kîye şerê kê dike?

Ne YPG ji xort û keç’en Kurdan pêk tê. Navê wê Yekitiya Parastina Gel e. Baş e ew millet û kesên ku li Amude bûn qurbana terora PYD (YPG) kî ne? Ma ne milletê Amudê bû piştî rabûna xelkê Deraa bi mêranî beriya PYD û hemmû partiyên Kurdan serê xwe rakir, dengê xwe gihande Deraa û cîhanê… Erka YPG parastina gel be, ev kiryarên wê Amude çiye!? YPG neparêze wê kî û kîjan hez xelkê Amudê biparêze!

Hin PYD û gellek partiyên Kurda bi rejîmê re di nav danûstandinan de bûn, Amudê rengê xwe diyar kir û pêşengiya serihaldanê Kurdistana Rojava kir. Tê gotin ku yek ji wan xortan ku 3-4 hefte berê ji aliyê YPG ve hatiye girtin ew kes bû ku heykela Esad bi destê xwe şikandiye…

Pirsa duyem jî ev e, madem ew kesên ku hatine girtin ’’heşîşfiroşin’’ çima miamele ’’heşîşfiroş’’a bi wan re nakin? Çima ew heşîşfiroş hemmû endamê tensiqiyat (koordinasyon) in. Ew tensiqiyat jî pêşengên serihildanê li hember rejîmê bûn. Belkî jî YPG ji xebatên wan li hember rejîme nerihet dibe, ji bona wê van xortan digre hepis dike.

Pirsa seyem jî ev e, ma YPG hêzên rejimê ji Kurdistanê derxistiye ku niha dor hatibe paqijiya hindiru?

Pirsa çarem jî ev e, Hetta niha YPG û PYD kontrola hin bajar û gundên Kurdistanê çawa bi dest xistine? Û di wan çalakiyan de çend asker û polisên dijmin hatine kuştin? PYD û YPG bi şikeya rejîmê neba dikaribûn hin deveran bixistana bin kontrola xwe de?

Kurtebirî, piştê kiryarê wan qirej li Amudê divê hemmû endam û alîgirên PYD, YPG ji xwe bipirsin, ma em askerê kî ne? Alîkariya kê dikin?

Bê guman ev tiştê ku li Amudê bi destê YPG ve hatiye kirin, dikare hevkarî û ittîfaqa Kurdan jî xira bike… Tu hem bavêji li ser buroya (ofis-meqer) partiyên ku bi wan re di nav Desteya Bilinda Kurd de cîh digrî, hem hevalên wan destgîr bikî ofisa wan talan bikî, pişt ra jî bi wan partiyan re hewkar bî! Nabe!

Li ser vê buyere hin partî xwe ji Desteya Bilind vekişandin. Ger YPG weha berdewam bike, dê bibe sebebê birakujî di na Kurdên Rojava de.

Birakûjî malweraniye!

Belkî kadir û berpirsên YPG, PYD gencin lê divê ji bîr nekin ku ji birakujiyê bi tenê dijminên Kurdan îstîfade kirine û dikin. Bila şerê KUK-PKK, YNK-PDK-I, PKK-PDK-I û herwekî din bînin bîra xwe, dev ji kiryarên provakatîv berdin. Şerê Kurdan bi hev du ra bi tenê xizmeta dijmin da ye.

Her Kurd kurê bavê xwe ye! Bila kesek Ji bîr nekê ku eger milletekê yekitiya xwe pêk neanîbe ne dikare şoreşê çêke ne jî milletê xwe rizgar bike…

Niha firsendeke zêrîn li ber Kurdistana Rojava ye. Divê Kurd nehelin dijminên milletê Kurd li pêşiya yekîtî û serkeftina milletê bigre…

PYD, PDK (EL PARTI), YEKITI, PÊŞVERU, AZADÎ, TENSİQİYAT hemmu jî zarokê milletê me nin, hemmû jî ji bo maf û azadiya milletê Kurd dixebitin. Divê kes nehêle dijminatî bikeve navbera van hêzan û milletê Kurd de.

Bijî Yekitiya Kurdan!

Bijî Kurd û Kurdistan!

Bila bimre birakujî!

*Ev nivîsa min piştî bûyera Amudê li Rojeva Kurdistan, Rojevakurd da hatiye weşandin.


Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2365 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:10:03
x