Rêvebiriya Jo Biden û Kurd

Ew kesên ku naverok û perspektîfên doza Kurdî fêhm kiribin, qîymet û hêjayîya rêvebiriyek pro Kurd (dostê Kurd) li Amerîkayê ji bo Kurdan çend girîng e, çend pêywist e baş têdigihin.

Abit Gürses

30.01.2021, Cts | 08:02

Rêvebiriya Jo Biden û Kurd
Nêrîn Belav bike

Bi kêmanî Serokê Amerîka J. Biden, Alîkara Serok K. Harris, Wezîrê Derve Anthony Blinken, Wezîrê Berewanî L. Austin, Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn a Wezareta Derve Brett McGurk ne dijminê Kurd in, li berovajî (bilakis) di demên pirr nêzîk de helwestên xwe proKurd aşkere kirine.

Eger Kurd bi xwe li hev bin, zîrek bin, jîr bin, dikarin sempatî û piştgiriya vê îdareyê (rêvebiriyê) qazanc bikin.

Lê eger weka PYD û ENKS ji bo îttîfaqek bi mehan hevdîtinan bikin û nikaribin bighijin encamekî;

Weka grupa 17 Oktobrê xaîntî li partiya xwe, pêşmergeyên xwe bikin, dev ji mûttefîkê xwe Kurd berdin peyatiya Îranê, Iraqê û Heşda Şeibî bikin;

Weka Kurdên Bakûr nikaribin li ser xala herî girîng û hevpar a Kurdayetiyê, ziman û nasname bi hev ra tevgerekî organîze bikin; Dê kîjan îdare û çima piştgiriya Kurdan bike?!

Divê Kurdên her çar parçe qiymet û girîngiya vê rêvebiriya (îdareya) nû ya Amerîkayê bizanibin. Ji bîr nekin, kêmî deh sal berê Serok J. Biden, ji Serok Mesud Barzanî re gotibû; "Meraq meke, emrê min û te ji bo dîtina Kurdistana azad têrê bike!"

Wêca emê dîsa bêjin, Kurdino, merdino, li hev bikin. Bi hev ra bin. Dijminatiya hev û du nekin!

Li ser daxwazên giştî yên Kurdan li hev bikin, pêşkêşî rêvebiriya nû bikin!

Qîymeta vê îdareyê (rêvebiriyê) bizanibin. Hertim dostên Kurdan li ser kursiya Serokatiya Amerîka, li ser kursiya Alîkariya Serokê Amerîka, Wezareta Xaricî (State Department) ya Amerika, Wezareta Berewaniya (Pentagon) Amerikayê, Berpirsiyarê Rojhilata Navîn a Wezareta Derve ya Amerîkayê de rûnanin!

Wek adet siyasîyên Kurd her tim gilî û gazindan bêdostiya doza Kurd kirine, hîn ji dikin. Rast e, berê gellek caran heqê wan hebû bikin. Lê a niha heqê kesî nîne dîsa gilî gazindan bike!

Aniha divê Kurd xwe rêk bixin,

bi hev ra bin, amade bin derd û kulê xwe, daxwaz û armancên xwe yên hevpar bi avayek maqul pêşkêşî rêvebiriya nû ya Amerîkayê bikin.

Hêvîdar in berpirsên sîyasî yên Kurdan vê daxwaza mûtevazî fêhm bikin.

Her weha hin alîyên sîyasî bîla sebep bi şêweyek ahmeqanê dijminatiya Amerikayê nekin!

Mixabin ev çend rojin dibînim ku hin sîyasetmedar û rewşenbîr bi avayek şermok rexne Kurdan digrin, dibêjin 'kêfa xwe neynin ku dostê Kurdan hatine li ser hikûm'. Ez ji wan kesa fêhm nakim, çima xwe aciz dikin, neyarê Kurdan hatibana li ser hikûm baştir bû qeyê! Ma kîjan Kurd nizane ku têkiliyên dewletan de berjewendî (maslahat) esas e! Ez bawer nakim li dinyayê de tu millet qasê milletê Kurd mesele têkiliyên dewletan de xwedî tecrûbeyê trajîk be!

Lê Kurd jî baş dizanin berjewendiyên dewletan çiqas girîng jî bin, tesîrên şexsan jî hene. Mirov çava dikare yekì weka Trump bi Serok J. Biden re bike yek? Ev camêr 20 sal berê dema senator bû, li Parlamentoya Kurdistanê de ser navê Demokrat û Komariyan gotibû, "Ji xeynê çiyayên we jî dostên we hene." Îro jî bûye Serokê Amerîka em vê ferqiyetê nebînin?

Camêr dema senatoriya xwe de,

Dema Alîkarê Serokatiyê de û dema berbijêriya serokatiyê de helwesta xwe dostane anîye ziman.

Ha wateya ev helwesta wî ya baş, pozîtîv çêdibe mirov wek banko destek, yan jî piştgiriyek mutlaq fêhm bike? Na!

Eger Kurd li hev bin, bi hev ra bin, daxwazên xwe giştî bikaribin bidin pêş çima Amerîka piştgirî li Kurdan neke?

30 sal berê kè bawer dikir ku, Amerîka xettekî li ser paralela 36 an de bikşîne hetta îro Kurdistana Iraqê ji rejîma Saddam, ji Iran û Tirkiye biparêze?

7 sal berê kê bawer dikir ku Amerîk û hêzekî proPKK li hember DAIŞ'ê bibin muttefîkê hev?!

Ma ne 6-7 sal in, artêşa Amerîka wek serokê koalîsyona navdewletî alîkariya YPG, YPJ ango HSD'yê dike.

Divê sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan berê xwe bidin nav mala xwe! Eger mirov wazîfa xwe di nav mala xwe de pêk bîne, weku nûnerê milletê xwe bi ittîfaq hereket bike, çima Amerîka, Ewrupa yan hêzekî din alîkariya Kurdan neke?

Divê ez bipirsim, gelo di bin şiûra bermayîyên kadroyên çepên Kurdan de antî-Amerikanîzm cîh girtiye! Ma çepê Tirka hewqas mêjiyên çepê Kurdan çelqandi ye? Qeyê hûn mecbur in, weka çepê Tirkan bifikirin? Hûn çima nikarin li dinyayê ji pencereya xwe, ji pencereya Kurdan binêrin û analîz bikin?

Belê wellah kêyfa me tê -hem jî gellek- ku îdareyek proKurd li Amerîkayê li ser hikûm e!

Balam, jê sûd wergirtin û jê îstîfadekirin dimîne li ser jîrbûn û zîrekbûna tevgera sîyasî yên Kurdan.

Ji wan cûre kadroyan re dixwazim bêjim, hewqas pesîmîst nebin, dinya alem ne dijminê me ye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1924 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:31:58
x