150 malbatên DAIŞê ji Kampa Holê bo Iraqê tên vegerandin

150 malbatên DAIŞê yên Irqî dê dimeha Çile ya 2023an de ji Kampa Holê ya Rojvayê Kurdistanê bo Kampa Cedeyê ya li Neynewa bên vegerandin.

30.12.2022, Cum - 12:01

150 malbatên DAIŞê ji Kampa Holê bo Iraqê tên vegerandin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî Elî Cîhangîr di derbarê mijdarê de ji Rûdawê re got “Di Çileya 2023an de, 150 malbatên Iraqî ku ji xizmên endamên DAIŞê pêk tên, dê ji Kampa Holê bibin Kampa Cedeyê.”

Cîhangîr diyar kir ku dê wergirtina Iraqiyên ji Kampa Holê berdewam bike û dibêje “Ev 150 malbat beşek in ji 450 malbatên ku prosedura wan bi dawî bûne û ji bo vegerê amade ne. Piştî koma yekem, birina malbatên din bo Îraqê dê berdewam be.”

Pêvajoya vegerandina Iraqiyan ji Kampa Holê bo Iraqê di 4ê Mijdarê de ji ber pêvajoya vegerê û pêdaçûna rêveberiya Kampa Cedeyê ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ve hatibû rawestandin.

Cîhangîr diyar kir ku hemû erkên têkildarî pêvajoya vegerê ya van malbatan temam bûne.

Heta niha 920 malbat ku ji 3 hezar û 749 kesan pêk tê, ji Kampa Roj bi 7 koman hatine derxistin û bo Kampa Cede ya Neynewayê hatine veguhestin.

Zêdetirî 30 hezar Iraqî li Kampa Holê hene, ku piraniya wan zarok, jin û endamên berê yên DAIŞê ne.

Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 203 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:47:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x