36 bircên çavdêriyê li sînorê navbera Iraq û Îranê têne danîn

Li gor zanyariyên Berdevkê Navçeya Yek a Sînor, danîna 36 bircên çavdêriyê di sînorê navbera Iraq û Îranê de, ketiye warê cîbicîkirinê.

09.05.2023, Sal - 19:00

36 bircên çavdêriyê li sînorê navbera Iraq û Îranê têne danîn
Nuçe Belav bike

Berdevkê Navçeya Yek a Sînor Karwan Xoşnaw ji Kurdistan24ê re ragihand, bi mebesta bihêzkirina xeta sînorê navbera Iraq û Îranê, biryar hat dayîn ku 36 bircên çavdêriyê bi dirêjahiya karê sînorê herdu lîwayên 21 û 3 yên sînor werin danîn.

Karwan Xoşnaw diyar kir, piştî serdana her yek ji Fermandarê Giştî yê Sînorê Iraqê Lîwa Mihemed Ebdulwehab û Fermandarê Navçeya Yek a Sînor Lîwa Hemad Hadî Dizeyî, karên herdu lîwayên 21 û 3, ji bo rêlibergirtina diyardeya qaçaxî û derbasbûna neyasayî di navbera Îran û Iraqê de, biryar hat dayîn ku 36 bircên çavdêriyê werin danîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:23:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x