Amerîka ji hêzên kurd dixwaze yekrêz bin!

Amerîka nîgeraniya xwe derbarê nebûna yekrêziyê di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kudistanê de nîşan da û ragihand, nebûna yekrêziyê di navbera aliyên Kurdî de, astengiyê dixe pêş guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê de.

10.01.2018, Çar - 13:39

Amerîka ji hêzên kurd dixwaze yekrêz bin!
Nuçe Belav bike

Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman bi civîneke çapemeniyê ragihand, welatê wan tekeziyê li ser girîngiya hebûna Herêma Kurdistanê di çarçova Iraqê de dike. Herwaha got, di rojên bê de hejmarek hevdîtinan dê ligel berpirsên Iraqê bikin, ku çareserkirina nakokiyan û Bexda û Hewlêrê pêkbê.

Silliman diyar kir, welatê wî hemû hewlên xwe dike ji bo fişarê bixe ser Iraqê, ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bê dayîn û pirsa deriyên sînor çareser bike û hevahengiya ewlehiyê bi Herêma Kurdistanê re bike.

Balyozê Amerîka li Iraqê tekez kir, welatê wî, ji derza di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê nîgeran e, ji ber ku guftûgoyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê asteng dike.

Silliman ragehand: “Gûmana me nîn e ku niyazek li cem her du hikûmetên Hewlêr û Bexdayê heye, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û çend gavên kiryarî hatine avêtin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:24:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x