Aso Kerîm: Bexda xwe nêzikê çareseriyê nake!

Çavdêrê siyasî Aso Kerîm dibêje, hikûmeta Iraqê rojê mercekî bo diyaloga bi Kurdistanê re zêde dike ev jî bi sûda Bexdayê nîne.

23.11.2017, Per - 13:17

Aso Kerîm: Bexda xwe nêzikê çareseriyê nake!
Nuçe Belav bike

Çavdêrê siyasî Aso Kerîm di axaftina xwe ya ku ji BasNewsê re pêkaniye de got, ruxmî wê yekê ku hikûmeta Kurdistanê amadehiya xwe bo destpêkirina diyalogê bi Bexdayê re nîşan daye Bexda xwe nade ber diyalogê.

Di domandina axaftina xwe de Aso Kerîm her wiha got, Bexda hêcetan tîne û rojê mercekî zêde dike ev jî bi sûda Bexdayê nîne. Ev siyaset, siyasetek xelet e.

Wî çavdêrê siyasî li ser îhtimala vekişîna nûnerên Kurdistanê ji Bexdayê jî got, vê gavê baş nîne Kurd ji Bexdayê vekişin çimkî Kurdistan daxwaza diyalogê dike. Eger Kurd vekişin wê çaxê ti wateya wê daxwazê namîne.

Aso Kerîm anî ziman ku divê Kurd bibin yek û bi dengekî bilind bêjin çi dixwazin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:47:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x