Banka Navendî ya Iraqê destxweşiyê li Mesrûr Barzanî dike

Cîgirê Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê ji bo ragihandina projeya "Hejmara Min" destxweşiyê li Mesrûr Barzanî dike û dibêje, ev projeyeke pêşketî ye.

04.03.2023, Cts - 14:58

Banka Navendî ya Iraqê destxweşiyê li Mesrûr Barzanî dike
Nuçe Belav bike

Îro Şemiyê 4ê Adara 2023an, Cîgirê Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Emar Xelef ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ez destxweşiyê li Mesrûr Barzanî dikim ji ber ragihandina projeya Hejmara Min.”

Cîgirê Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê diyar kir, projeya "Hejmara Min" projeyeke navdewletî û pêşketî ye.

Roja Sêşemê 28ê Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ragihand, di çend rojên dahatû de mûçeyên nêzîkî 850 karmendên Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya li Hewlêrê bi dîjîtalî dikeve ser hejmarên nû yên bankî yên fermanberan.

Herwiha di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin: “Ji meha Hezîranê ve em ê kar li ser wê yekê bikin ku di nava du salên bê de dayîna mûçeyên hemû fermanberan û xanenişîn û hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêmê dîjîtal bibe.”

Di beşeke din a peyamê de hat diyarkirin, "Hejmara Min" rêyeke parastî û şefaf û guncaw ji bo fermanberên hikûmetê û xanenişînan pêk tîne, da ku bikarin bi rêya torek ji amûrên kişandina pereyan (ATM) mûçeyên xwe werbigrin, ku zêdetirî 1000 cih li seranserê Herêma Kurdistanê berdest dibin.

Derbarê vê girîngiya destpêşxeriyê de, Serokwezîr destnîşan kir, bi vê destpêşxeriyê, fermanberên sektora giştî, destê wan dê bigihîje xizmetguzariyên modern ên bankayê, ji wan; kredî, şiyana paşekewtkirin, hewaleya navxwe û navdewletî, pere kişandina navdewletî û pere dayîna online û dîjîtalî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 373 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:35:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x