Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: Em amade ne ku alîkariya Kampa Mexmûrê bikin

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas li ser Kampa Mexmûrê ya ku koçberên Bakurê Kurdistanê tê de dimînin got “Em amade ne ku alîkariya Kampa Mexmûrê bikin.

20.06.2023, Sal - 18:32

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: Em amade ne ku alîkariya Kampa Mexmûrê bikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku rakişana dîwar, têlbed û xendeqan bo parastina kampê ye, berî niha wan ew rêkar nedîtine lê niha ew jî qebûl dikin ku ew bo parastina wan baş e.

Herweha Ebas diyar kir ku ew dê bi hevkariya saziyên navdewletî û wezaretên perwerde û tendirustiyê yên Iraqê kar bikin bo alîkarîkirin di rêvebirina kampê, xelkê wê, xwendin û tendirustiyê de.

Berde wezareta Koç û Koçberan a Iraqê derbarê Kampa Mexmûrê deji Rûdawê re axivî.

Elî Ebas di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew amade ne alîkariya Kampa Mexmûrê bikin û wiha dibêje “Kampa Mexmûrê, ew kamp e ku niha hin penaberên Kurd ên Tirkiyê lê dimînin. Ew kamp ji salên 90 ve hatiye avakirin, normal e ku hikûmeta Iraq rêkarên ewlehî bimeşîne bo dabînkirina ewlekariya kesên di kampêde ne weke, dîwarê emnî û bi hevahengiya li gel hêzên serbazî li herêmê derdora wê têlbend kiriye, her tiştî bi wî awayî ye. Em amade ne alîkar bin di çaresekirina kampê de û alîkarîkirina xelkê lê dimînin.”

Herwiha Ebas li ser kolandina xendekan ên li derdora Kampa Mexmûrê jî got “Mijara kolandina xendekan û dîwar û bircên çavdêriyê tişteke normal e û ew li kampên cîhanê heye bo parastina wan, lê wan ret kir ji ber ku berî niha ew awayê parastinê nebû. Ev kamp ne kontrolkirî ye, ketin û derketina di nav kampê de ne rêkxistî ye, di warê emnî de gelek asayî ye ku hikûmet wan rêkaran bimeşîne, di vê qonaxê de ew jî wê rewşa nû qebûl dikin, û divê pabendî wan rêkaran û yasayan bin ku aliyên ewlekariyê bi ser wan de datînên . ya yekem ji bo parastina wan bixwe ye û ya duyem jî bo rêgirtine ji wan bipêkariyên ku li ser wan kesan tê hesbkirin ku li kampê dimînin.”

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas axavtina xwe wiha berdewam kir “Em weke wezareta koç û koçberan, dê îdare û rêvebirina kampê di destê wezaretê de be , ew jî bi hevahengiya li gel saziyên navdewletî, û em ê di warê hewarçûn, sutemenî û kelûpelên pêwîst de alîkariya wan bikin. Herwha bi hevahengiya li gel wezareta tendrustî û perwerdeyê em ê xizmetguzariyên perwerde û tendirustiyê bo wan dabîn bikin, herwha em ê taybet meniyên wan di warê Menhec (Dersên) dixwînin û taybetmendiyên din berçav bigrin û em gelek giringiyê didin vê mijarê”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:08:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x