Berhem Salih: Hilbijartinên pêşwext çareserî ye

Serokomarê Iraqê Berhem Ehmed Salih ragihand, birêveçûna hilbijartinên pêşwext li gor hevtêgihîştina niştimanî, deriyê rizgarbûna welat e.

31.08.2022, Çar - 06:07

Berhem Salih: Hilbijartinên pêşwext çareserî ye
Nuçe Belav bike

Berhem Ehmed Salih peyamek ji bo raya giştî û aliyên nakok ên Iraqê belav kir û ragihand: “Dîmenên duh derûniya xelkê Iraqê hejand, hestên wan birîndar kir û dilê wan bi xem tijî bû.”

Serokomarê Iraqê diyar kir: “Hilbijartinên borî, hêviya welatiyan pêk neanî û gelek kêşe û astengî rûbirûyî Iraqiyan kir. Em ji dema destûrî ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû paş ketin û mijara destjikarkişandina Sediriyên ku di hilbijartinan de bi ser ketibûn, encamên mezin ên siyasî û civakî li pey xwe anî.”

Berhem Salih di beşeke axaftina xwe de li ser kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ragihand, qeyrana navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê êdî nayê qebûlkirin û gelek li ser welat ketiye û em gihandine vê dema yekalîker, ku îro rûbirûyî encamên wê dibin ji ber paşxistina kêşeyan.

Herwiha eşkere kir ku divê gotûbêjeke cidî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de dest pê bike û çareseriya bingehîn û herdemî, ne ku çareseriya demkî, ji bo kêşeyan were dîtin û divê berjewendiya hemû welatiyan li ber çav were girtin û tevlî nakokiyên siyasî neyê ki

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 440 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:23:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x