Bexda, bicihanîna çar şertan li gel Hewlêrê dicive!

Parlementerê Hevpeymana Niştimanî ya Iraqî Casim Mihemed El Beytanî duh sêşemê mercên hikûmeta Iraqê ji bo destpêkirina gotûbêjan li gel Herêma Kurdistanê û çareserkirina nakokiyên navbera herdû aliyan eşkere kirin.

08.11.2017, Çar - 10:09

Bexda, bicihanîna çar şertan li gel Hewlêrê dicive!
Nuçe Belav bike

El Beyatî daxuyaniya xwe ya ku ligel ajansa Spûtnîkê de weşandiye de ragihand ku Hikûmeta Federal amade ye bi Herêma Kurdistanê re gotûbêjan bike lê piştî ku çar mercan bîne cih:

Hikûmet û Parlementoya Kurdistanê ragihînin ku referandûm qediya û dê careke din li gorî iryara dadgeha federal a dawî hewla cihêbûnê nedin. Destûr û qanûnên federal di nava herêmê de cî bi cî bikin ku derî, balafirgeh û hurmrik jî di nav wan de ne û sepandina çavdêriya federal li ser hemû bankayan. Hemû partî û kom vegerin Parlemnetoya Kurdistanê û herwiha hemû wezîr jî vegerin wezaretên xwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tarîxek ji bo parlemento û encûmenên parêzgehan bi awayekî lezgîn were diyarkirin. Hikûmeta Kurdistanê şandeyeke fermî ji hemû aliyên parlemnetoyê damezirîne daku bi hikûmeta federal re gotûbêjan bikin.

Her wiha Parlementerê Hevpeymana Niştimanî ya Iraqî Casim Mihemed El Beyatî teqez kir ku heta ev mercên neyên cih, diyalog dê pêk neyê.

Ji aliyê din e, El Beyatî diyar kir ku Hikûmeta federal amade ye muçeyên karmendên Herêmê û Hêzên pêşmerge rastrast ji Wezareta Maliyê bide, eger hemû dahatên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê bidin navendê û Şirketa Petrolê ya Federal SOMO serperiştiyê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî kombûna lijneya wezîran, civîneke çapemeniyê li darxistibû û ragihandibû: "Heke hikûmeta Iraqê meaş û %17yê budce bide, em amadene petrol, balafirxane, deriyên sînor û hemû dahatên wan radestî Iraqê bikin"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1030 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:41:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x