Şandeyeke Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji bo avakirina navendên ezmûnan serdana Rojava kir

Şandeyeke Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji bo avakirina navendên ezmûnên fermî ji bo wan xwendekarên ku dixwazin bawernameya niştimanî wergirin serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

10.06.2025, Sal - 11:02

Şandeyeke Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji bo avakirina navendên ezmûnan serdana Rojava kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Perwerdeyê  Sûriyeyê ragihand ku armanca şandeyê ew e ku pênc navendan li herêmên di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser de veke.

Bajarên ku navend dê lê bên vekirin ev in: Hişîça, Qamişlo, Reqa, Dêrezorê û li bajarokê Sirînê yê Kobanê.

Li gorî pêniyarê, wendekar dikarin bi belgeyên pêwîst û karta ezmûnê serdana navenda xwe ya berê tomarkirî li derveyî parêzgeha xwe bikin û daxwaza veguhestinê bikin, an jî rasterast biçin navendeke nû di nav parêzgeha xwe de ji bo temamkirina pêvajoya veguhestinê.

Ev bipêşketin piştî daxuyaniya roja Yekşemê ya Rêveberiya Xweser tê, ku tê de hatibû ragihandin ku ew bi Hikûmeta Sûriyeyê re gihiştine rêkeftinekê da ku xwendekarên li herêmên wê bikaribin bawernameya perwerdeya fermî bi dest bixin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ev rêkeftin "ji bo misogerkirina birêveçûna baş a pêvajoya ezmûnan û ji bo berjewendiya herî baş a xwendekaran û paşeroja wan a perwerdehiyê" hatiye kirin.

Rêkeftin bipaşxistina ezmûnên qonaxa amadeyî ji bo hefteyekê, avakirina komîteyên çavdêriyê yên hevbeş û navendên tomarkirinê yên demkî, û her wiha pejirandina veguhestina qeydên xwendekarên ji derveyî herêmê li xwe digire.

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê roja duşemê ragihand ku tomarkirina ji bo ezmûnên bekeloryayê - ku li herêmê bi vî navî tên naskirin - dê ji bo xwendekarên pola nehem ji 11 heta 16ê Hezîranê, û ji bo xwendekarên pola 12an jî ji 17 heta 22ê Hezîranê berdewam bike.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, Semîra Hec Elî, ji Rûdaw English re ragihand ku tê payîn nêzîkî 70,000 xwendekar li navendên ku ji aliyê Şamê ve tên avakirin, navên xwe tomar bikin lê wê destnîşan kir ku hejmara tam dê piştî bidawîbûna tomarkirinê were piştrastkirin.

Neteweyên Yekbûyî ji bo gihîştina rêkeftinekê derbarê paşeroja xwendekarên li Rojava, navbeynkariyê di dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 101 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:01:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x