Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bersiveke nivîskî da daxuyaniya HAK-PARê ya li ser nameya Ocalan.
HAK-PARê nameya ku Abdullah Ocalan ji Kongreya 12an a Partiyê Karkerên Kurdistanê re şandibû rexne kir.
HAK-PARê cih da rexneyên bi rengê “Divê yên ku Ocalan wekî ‘îrade’yê dibînin êdi şiyar bibin” û got:
“Ocalan di nameya ku ji Kongreya 12an a PKKyê re şandiye gotinên mêtinger, faşîst û derdorên dijminên Kurdan jî derbas kirine û Kurd wekî ‘bermahiyên çandî’ û Kurdistan jî wekî ‘zibildankê’, ‘Civaka zibildankê’, ‘goristan’ê nîşan daye.
Divê kesên ku Abdullah Ocalanê xwediyê van gotinan wekî îrade û kesekî ku divê qedir bi gotinên wî bê dayîn dibînin êdî şiyar bibin.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bersiv da
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî îro bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da HAK-PARê û got:
“Partiya HAK-PARê bi êrişa ku li dijî banga Birêz Ocalan a ku ji 12emîn Kongreya PKKyeê re şand, pêk anî wekî amûreke propagandaya qirêj hewldan û israrên xwe yên ku zererê dide têkoşîna azadiya gelê Kurd didomîne.”
Daxuyaniya nivîskî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wiha ye:
Ji çapemenî û raya giştî re,
Partiya HAK-PARê bi êrîşa ku li dijî banga Birêz Ocalan a ku ji 12emîn Kongreya PKKyê re şand, pêk anî wekî amûreke propagandaya qirêj hewldan û israrên xwe yên ku zererê dide têkoşîna azadiya gelê Kurd didomîne.
Bi vê sekna xwe ve jî careke din li aliyê şaş ê dîrokê cih digire. Baş tê xuyakirin ku bi vê helwesta xwe ji teori û heqîqeta dîrokî ya Birêz Ocalan sud negirtine û kapasîteya wan jî nîne ku vê banga dîrokî fêm bikin.
Ev helwestên ji rêzê wekî gelek mînakên din, nîşan didin ku ji têkoşîna azadiya gelê Kurd a ku pêncî sal in dewam dike jî sûd negirtine.
Ev ferasta paşveşûyî, bi propagandayên xwe yên qirêj ên li ser Birêz Ocalan, bi êrişên xwe yên nijadperestî ve ji ziman, helwest û feraseta siyasî ya netewperestan re xizmetê dike.
Bi wan re heman ruhî parve dike. Xwediyên vê ferasete di pêvajoya têkoşîna 50 salan de hebûna xwe li ser dijberiya tevgera azadiyê saz kirine.
Wekî amûreke bi vê dijberiyê di her serdemê de hewl dane ku hebûna xwe bidomîne.
Îro tevî dînamîkên li cîhanê û Rojhilata Navîn li rex Kuran cih digirin, nexşerêya Birêz Ocalan bi kelecaneke mezin silav dikin lê ev feraset bi zimanekî qaşo ‘rexneyê’ êrişê li dijî vê nexşereyê dike.
Ev ziman ne zimanekî rexneyê ye. Ev ziman zimanê dijmintiyê ye.
Ev helwesta ku îradeya gelê dîrokî ya gelê Kurd tune hesab dike, ji siyaseta demokratîk dûr, wekî dijminê nirxên gelê Kurd xwe dide der.
Lê ev hewldanên ku bi siyaseteke erzan dijberiya gelê Kurd û mîrata têkoşînê dikin, hewldanên vala ne û wê encamê nedin.
Xeta vê ferasetê ya ku antîdemokratik e û ji statukoyê re xizmetê dike, ji xeynî hedefgirtina têkoşîna azadiya gelê Kurd, bi kêrî ti tiştî nayê.
Helwesta vê hêza ku bi feraseta xwe ya qirêj gelê Kurd hedef digire, nîşan dide ku nikarin polîtîkayê bikin.
Bi vê helwesta naçarîyê ve nîşan didin ku siyaseta wan a qirêj çawa îflas kiriye.
Em baş dizanin ku ev xeta ku dijberî gel disekine, wekî duh wê îro jî tu caran ji aliyê Kurd ve bi erêni neyê pêşwazîkirin û bersivê nebine.
Di pêvajoya ku gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe de, ev hêza ku xwe di bin navê partiyekî de pênase dike, bi awayekî zelal rûyê xwe yê qirêj nîşan daye. Em jî vê rastiyê careke din ji raya giştî re parve dikin.
Partiya Herêmên Demokratîk.”